Lula wê bê girtin

Piştî biryara Dadgeha Bilind Brezîlyayê biryar hate dayin ku Serokdewletê berê Luiz Inacio Lula da Silva bê girtin.

Piştî ku Dadgeha Bilind duh danê sibehê biryara girtinê da, dadgerê federal Sergio Moro ferman da ku Lula yê 12 sal ceza lê hatiye birîn bê girtin. Moro dema da Lula ku li gorî wexta herêmê heta saet 17:00 teslîmî polîsan bibe.

Siyasetmedarê sosyalîst Lula ku di hilbijartinên îsal ên serokdewletê de weke favorî dihate dîtin, li dijî mehkûmiyeta xwe dixwest ji pîvana 'habeas corpus'ê sudê werbigire û li gorî vê yekê, heta hemû rêyên hiqûqî biqedin wê azad be. Lê belê Dadgeha Bilind a Brezîlyayê li dijî pênc dengan bi şeş dengan biryara girtina Lula da.

Lula ku favoriyê hilbijartinên meha Cotmehê ye, wê ji ber karên ne li rê 12 salan û mehekê girtî be. Lula ku sembola çep a Brezîlyayê ye, sûcdariyan red dike û dibêje ku ti delîl nînin, ji bo cara sêyemîn nebe Serokkomar komplo lê tê kirin.