Li Yemenê jin û zarok hatin bombekirin

Di şerê navxweyî yê li Yemenê dewam dike de, di encama bomberdûman Koalîsyona Ereb de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Di bomberdûmana balafiran ên li ser navçeya Baqîm a girêdayî Herêma Saada ya di destê milîsên Şîa de, 4 jê zarok herî kêm 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Ajansa Saba di nûçeyên xwe de derbas dike ku di êrîşê de herî kêm 12 kes mirine.

Li gorî çavkaniyên herêmî hate diyarkirin ku maleke sivîl li nav hatiye hedefkirin û bombe kirin, ji êrîşê Siûdî Erebîstan berpirs tê dîtin.

Di şerê navxweyî yê li Yemenê de ku dawiya 2014’an destpê kir û ji Adara 2015’an û şûnde di pêşengtiya Siûdî Erebîstan welatên Kendavê jî beşdar bûyî, 8 hezar kes mirin, rêjeyek mezin a van mirinan jî sivîl in. Mirina kesên sivîl a bi bomberdûmana balafirên koalîsyonê bi sedan tê îfadekirin.

Siûdî û welatên din ên Ereb jî îdîa dikin ku Husî sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin.

Ji ber sedama şerê naxweyî bi milyonan mirov bi birsîbûnê re rû bi rû mane, ji ber nexweşiya kolerayê ya ku dewam dike jî nêzî 2 hezar kes mirine.