Li Yemenê êrîşên hewayî didomin, NY’ê berteka ‘sûcê şer’ nîşan da

Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebistana Siûdî, balafirgeha paytext Sanayê û baregeha li kêleka wê bomberan kir.

Televîzyona El Masîra a di bin venêrîna Hûsiyan de, ragihand ku êvara duşemê balafirên koalîsyonê bombebaran pêk aniye. Paytext Sana, bakur û rojavayê Yemenê, herêmeke fireh di bin venêrîna Hûsiyên ku Îran piştgirî dide wan de ye.

Êrîşê saetên şevê destpê kir û nîv saetê dewam kir. Li gorî ajansa AFP’yê welatiyekî ragihandiye ku di êrîşê de herî kêm 15 kes mirine.

Balafirgeh û baregeha Dûalîmî jî gelek caran ji hêla balafirên koalîsyonê ve tê bombekirin. Lê belê hate ragihandin ku ev  êrîşa dawî pêk hatî ji êrîşên din mezintir bûye. Televîzyona El Masîra ragihand ku bi ser hev balafirgeh gelek caran hatiye bombekirin lê belê di derbarê kuştî û birîndaran de agahî neda.

Li gorî Rêxistina Tendirûstiyê Ya Cîhanê, di vî şerî de piranî sivîl ji 10 hezarî zêdetir mirov mirine, 55 hezar kes jî birîndar bûne. NY’ê ragihand ku vî şerî, rê li ber qeyrana herî mezin a mirovî vekiriye.

Li aliyekî şerê li Yemenê didome li aliyê din şandeyeke pispor ku Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî erkdar kirî, eşkere kir ku li Yemenê hemû aliyan sûcê şer kiriye.