Li Yemenê êrîşa hewayî: 15 sivîl hatin kuştin

Neteweyên Yekbûyî ragihand di êrîşê de ya li Hudeydeyê ya li ser wesayitekê bi kêmanî 15 sivîl hatine kuştin, 20 jê birîndar bûn.

NY'ê ti agahî neda bê ka êrîş kê kiriye û êrîşeke çawa ye lê milîsên Husî ragihandin ku Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûd êrîşa hewayî pêk anîne.

Koalîsyonê weke êrîşên beriya niha ti şîrove nekir. Koorînatora NY'yê ya li Yemenê Lîse Grande got, ''bûyereke kambax e''.

Grande bi daxuyaniyeke nivîskî got, ''Saziyên NY'yê yên li Yemenê êrîşa li ser sivîlan şermezar dike û sersaxiyê die malbatên kesên ku hatine kuştin''.