Li Yemenê êrîş: Yek jê rojnameger 7 kes mirin

Li Mokhayê ya ku li Başûrê Rojavayê Yemenê ye ji ber êrîşeke bi bombeyî yek jê rojnameger 7 kes mirin û 20 kes birîndar bûn.

Li gorî rayedaran bombeyeke ku di motorbisikletê hatibû bicihkirin ji dûr ve hatiye teqandin. Êrîş li taxeke şên a Mokhayê pêk hat.

Li Mokhayê baregeha leşkerî ya Koalîsyona Ereban jî heye ya ku bi pêşengiya Siûdî Erebistan piştgiriyê dide hêzên hikumetê.

Mokha ya ku di destê milîsên Hûsî de bû, di Tîrmeha 2017’an de ji aliyê hêzên hikumetê bi paş ve hatibû stendin û ji bo operasyonên li Bakur kiribûn baregeheke leşkerî.

Rayedaran diyar kirin ku di êrîşê de 7 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku xebatkarê Abû Dabî TV Zîad El Şarabî jî miriye û di nav birîndaran de jî rojnamegerek heye.