Li Yemenê bi deh hezaran sivîl ji cih û warê xwe bûn

Li Yemenê, bi operasyona Koalısyona Ereb a li dijî bajarê El Hudeyde re bi deh hezaran mirov ji cih û warê xwe bûn. Tê texmînkirin ku krîza însanî girantir bibe.

Piştî ku paytexta Yemenê Sana sala 2015'an kete destê milîsên Hûsî yên Şîa, êrîşa Erebîstana Siûdî û welatên 'Koalîsyona Ereb' ên destekê didin Serokkomar Mansûr Hadî, roja Sêşemê dest pê kiribû.

Ji bo kontrolkirina bajarê El Hudeyde ku bajarekî bendergeh e, operasyonê dest pê kir û şerekî dijwar diqewime. Tevî êrîşên hewayî yên li başûrê bajêr, yekîneyên ji bejahî ve jî bi pêş ve diçin.

Fikar hene ku ji ber operasyona berfireh a li El Hudeydeyê, krîza însanî ya li herêmê girantir bibe. Hate ragihandin ku beşek ji xebatkarên Neteweyên Yekbûyî ji ber operasyonê herêm terikandine.

Berdevka Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric işaret bi krîza însanî kir ku heta niha dikarin xwarina têra du hefteyên 70 hezar malbatî bike belav bikin. Lê belê li bajêr herî kêm 600 hezar mirov dijîn û nîvê wan zarok in.

Tê payin ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi daxwaza Brîtanyayê îro mijarê binirxîne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, 250 hezar mirovên li bajêr, di nava xeteriyeke mezin de ne.

Tê gotin ku ji ber bomberdûmanê û şerê li qada bejahî, heta niha bi deh hezaran mirovî cih û warê xwe terikandine.