Li Xezzayê êrîşeke bombeyî: 3 polîsên Filîstînî mirin

Li Xeta Xezzayê roja Sêşemê teqînek pêk hat û hate diyarkirin ku di teqînê de 3 polîsên Filîstînî mirine.

Li Xezzayê ya ku di bin kontrola Hamasê de ye Wezareta Karê Navxweyî diyar kir ku li benda polîsan teqînek pêk hatiye.

Hate diyarkirin ku di teqîna pêşîn de du kes li motorbisikletê siwar bûne û piştre ev motorbisiklet îmha kirine. Hate diyarkirin ku di vê teqînê de du polîs mirine û sivîlekî ji Filîstînê birîndar bûye.

Wezareta Karê Navxweyî diyar kir ku saetek şûnde li bendeke din a polîsan jî teqînek pêk hatiye, di vê teqînê de polîsek miriye û gelek kes jî birîndar bûne.

Hikumeta girêdayî Hamasê ya ku ji sala 2007’an û vir ve kontrola Xeta Xezzayê di destê wê de ye, diyar kir ku wan derketina derve qedexe kirine.

Berdevkekî artêşa Îsraîlê ji Reûtersê de axivîye û diyar kiriye ku ew nizane bê ka têkiliya Îsraîlê bi vê teqînê heye yan na.