Li Xezeyê hejmara miriyan gihişt 25 hezar û 700 kesî
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di şerê li Xezeyê de ji 7’ê Cotmehê ve 25 hezar û 700 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di şerê li Xezeyê de ji 7’ê Cotmehê ve 25 hezar û 700 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku Xezeyê kontrol dike, di roja 110’emîn a şer de bîlançoya nû eşkere kir û ragihand ku 25 hezar û 700 kes hatine kuştin.
Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 210 Fîlîstînî mirine û 386 jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê ji 7’ê Cotmehê ve 63 hezar û 740 kes birîndar bûne.
Şerê herî dijwar li Xan Yûnûsê diqewime. Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku ev bajarokê li başûrê herêma niştecihiyê dorpêç kirine û operasyona leşkeran bi lez xistine.
Saziya civaka sivîl a bi navê Bijîjkên Sînornenas (MSF) ragihand ku ew ji ewlehiya mirovên ku li nexweşxaneya li Xan Yûnûsê dimînin, bi fikar in.
Artêşa Îsraîlê bombardûmana xwe ya li ser bajêr û derdora wê zêde kiriye û ji bo herêma ku nexweşxane lê ye, fermana tahliyeyê weşand.