Li Xezeyê 190 kesên din hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 25 hezar û 295 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku li Şerîda Xezeyê ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 25 hezar û 295 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku Şerîda Xezeyê kontrol dike, têkildarî roja 108'an a şer bîlançoyeke nû eşkere kir.
Li gorî Hamasê ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 25 hezar û 295 kes hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Hate ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 190 kes hatin kuştin.
Wezaretê ragihand ku di nava 108 rojan de 63 hezar kes jî birîndar bûne.