Li Tûnisê gel li dijî 'vegera çeteyên selefî' daket kolanan
Li Tûnisê, bi hezaran kes li dijî dibetiya vegera kesên tevlî DAIŞ'ê û çeteyên din ên selefî bûne, daketin kolanan.
Li Tûnisê, bi hezaran kes li dijî dibetiya vegera kesên tevlî DAIŞ'ê û çeteyên din ên selefî bûne, daketin kolanan.
Piştî ku Serokkomar Bacî Kaîl el Sebsî bi daxuyaniyekê got, "Vegera cîhadîstên li derveyî welat nikare bê astengkirin", bi hezaran kes li paytext Tûnisê daketin kolanan û xwepêşandanek lidar xistin.
Li ser banga saziyên civaka sivîl, 1500 kes li ber avahiya Parlamentê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî daxuyaniya El Sebsî ya li ser 'vegera cîhadîstan' dan. Xwepêşandêran bi pankart û dowîzên xwe, negirtina tedbîran li pêşiya dibetiya vegera çeteyan, protesto kirin.
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî (NY), li Iraq, Sûriye û Lîbyayê bi qasî 5 hezar Tûnisî tevlî komên cuda yên çete bûne.
Serokkomar Bacî Kaîd el Sebsî çend hefte beriya niha daxuyaniyek da bû û diyar kiribû,kesên tevlî çeteyên selefî bûne dixwazin vegerin welêt, lê belê ji bo van kesan cih di girtîgehan de nîne.