Li Spanyayê bi mîlyonan pisûlayên dengan hatin desteserkirin

Ji bo referandûma serxwebûnê ya Katalanan tenê du roj man. Hikumeta Spanyayê bi rengekî korsanî dest danî ser pisûlayên dengan.

Hikumeta Spanyayê, êrîş û zextên xwe yên li hemberî referandûma serxwebûnê ya li Katalonyayê zêde kir. Hikumeta Spanyayê ragihand, ku 2,5 mîlyon pisûlayên dengan hatine desteserkirin.

Di operasyona hêzên polîsan ên bi navê Gûardîa cîvîl de, li nêzî Barcelonayê, pisûlayên dengan û li Îgûaladayê jî bi qasî 100 sindoqên dengdanê hatine desteserkirin. Hat gotin, Gûardîa cîvîl, bi qasî 4 mîlyon zerfên dengdanê desteser kiriye.

Lê belê, şîrketa hilberîner a ku polîsan avêtin ser, ragihand ku 100 sindoqên dengan ji bo kulûba FC Barcelona hatibûn amadekirin.

Partiyên hikumeta herêmî ya Katalonyayê û Serokê Herêmê Carles Pûîgdemont bi biryar in ku roja Yekşemê sindoqên dengdanê deynin.

Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy û hikumeta mûxafazakar biryar dabûn, ku tevî yekîneyên polîsan ên heyî, 10 hezar polîsên din ji herêmê re bên şandin û endamên Gûardîa cîvîl ku ji leşker û polîsan pêk tê, li Katalonyayê werin bicihkirin.