Li Somaliyê bomberdûmana DYA'yê: Bi dehan çeteyên El Şebab mirin

Artêşa Amerîkayê bi balafiran bombe li çeteyên El Şebab ên li Somaliyê barand. Tê gotin ku nêzî 60 çete hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Afrîcomê ku yekîneya operasyonên li Afrîkayê ya artêşa DYA'yê ye, 12'ê Îlonê li dijî çeteyên El Şebabê êrîşeke berfireh a hewayî hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîş li dijî baregehên çeteyan ên li herêma Harardhereyê hatiye kirin û hate gotin, "Li gorî texmînên me, di êrîşa hewayî de nêzî 60 terorîst hatine kuştin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, êrîşa hewayî ji bo 'destek'kirina hikumeta Somalî hatiye kirin û operasyoneke encamgir bû.

Çeteyên bi navê Şebab ku ser bi El Qaîdeyê ve ye, sala 2011'an bi temamî ji paytext Mogadîşûyê hatibûn derxistin. Ji hingî ve li deverên çiyayî ne û di serî de li paytext Mogadîşûyê li gelek bajaran êrîşên xwekujiyê dikin.

Ji bilî artêşa Somaliyê, yekîneyên Mîsyona Somalî ya Yekîtiya Afrîkayê (Amîsom) li dijî vê koma çete têdikoşin.

Artêşa DYA'yê Mijdara 2017'an êrîşa herî mezin a hewayî pêk anî bû û di encamê de herî kêm 100 çeteyên El Şebabê hatibûn kuştin. Meha Îlonê jî di êrîşekê de 18 endamên Şebabê hatibûn kuştin.