Li Şerîa Rojava piştî 25 salan yekem jînwarê Yahûdiyan tê çêkirin
Hikumeta Îsraîlê, piştî 25 salan destûr da ku li Şerîa Rojava jînwarekî nû bê çêkirin. Tê gotin, ev biryar wê çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê girantir bike.
Hikumeta Îsraîlê, piştî 25 salan destûr da ku li Şerîa Rojava jînwarekî nû bê çêkirin. Tê gotin, ev biryar wê çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê girantir bike.
Desteya Ewlekariyê ya Îsraîlê bi serokatiya Serokwezîr Benyamîn Netanyahû li hev civiya û biryar da, li bakurê Ramallah ku navenda Şerîa Rojava ye, jînwarekî nû yê Yahûdiyan bê avakirin. Bi vê biryarê re, wê ji sala 1992'an û vir ve yekemcar jînwarekî nû bê çêkirin.
Saziya civaka sivîl a bi navê Peace Now li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir, ji sala 1992'an û vir ve tenê jînwarên heyî yên li Şerîa Rojava hatine berfirehirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji bilî vê yekê, ji jînwarên bi rengekî îllegal hatine çêkirin, destûra qanûnî hatiye dayîn.
Li Şerîa Rojava û rojhilatê Qûdsê, ku ji ala 1967'an û vir ve dagirkirî ye, bi qasî 600 hezar Yahûdî dijîn. Beşek ji van jînwaran bi destûra Dewleta Îsraîlê hatin avakirin. Beşeke girîng jî 'jînwarên îllegal' in. Lê belê hikumetên Îsraîlê heta roja îro bi rengekî nerm nêzî van jînwaran bûn.
Jînwarên li Şerîa Rojava û rojhilatê Qûdsê, ku weke yek ji girîngtirîn astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Îsraîl û Fîlîstînê ye, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi temamî 'îllegal' tê dîtin. Ev jînwar li ser axa ku gelê Fîlîstînê dixwaze bibe dewlet, hatine çêkirin.
Hikumeta Îsraîlê ku ji Serokê nû yê DYA Donald Trûmp piştgiriyê digire, dixwaze kapasîsteya jînwarên Yahûdiyan zêde bike. Trûmp, tevî piştgiriya xwe ya ji bo Netanyahû jî, di mijara jînwarên nû de xwestibû hê bi hesasî tevbigerin.