Li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê 2 leşkerên Ermen hatin kuştin

Hate ragihandin ku li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê, di şer de 2 leşkerên Ermen hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, sibeha Sêşemê "Yekîneyên hêzên çekdar ên Azerbaycanê (...) li nêzî gundê Nerkîn Hand ku li ser sînorê Azerbaycanê û herêma Nahçivanê ye, êrîş bir ser çeperên Ermen."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gorî agahiyên destpêkê 2 leşkerên Ermen mirin, gelek kes jî birîndar bûn."

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî hêzên Ermen sûcdar kir ku êvara Duşemê li bakurrojavayê Azerbaycanê du caran êriş li ser çeperên wan ên li gundê Kokhanabî yê li herêma Tovûzê hatiye kirin.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ev sûcdarî bi gotina 'dûrî ji rastiyê' red kir.

Ev bûyer di demeke kurt beriya jinûve hilbijartina Îlham Aliyev weke Serokkomarê Azerbaycanê qewimî.

Aliyev kampanya xwe ya hilbijartinê li ser serketina leşkerî ya Îlona 2023'an a li Qerebaxê ya li dijî Ermenan meşand. Vê operasyonê serdema komara Artsah a serbixwe ya sih salan bi dawî kir.

Serokkomarê Azerbaycanê ku pesnê xwe bi meşandina pêvajoya aştiyê ya bi Ermenistanê dide, armanca xwe ya xakeke din ti carî veneşart. Baku ji bo karibe Nahçivanê bi ser Azerbaycanê ve bike, dixwaze herêma Syûnîk a Ermenistanê dagir bike.