Li NY'yê pêşnûmeya Rûsya û Siûd ya Covîd-19'ê hate redkirin

Li Neteweyên Yekbûyî (NY) du pêşnûmayên cihê yên derbarê têkoşîna dijî Covîd-19'ê, ku Rûsya û Siûdî anîbûn bi wetoya dewletên endam nehate qebûlkirin.

Li Civata Giştî ya NY'yê dema ku endamek jê ji bo demkurtî dema ku mafê wetoyê bi kar tîne pêşnûmeyên biryarê yên ku hatine dengdan dikarin werin redkirin.

Di pêşnûmeyê de ya ku Siûdî anî, cih dabûne wan xalên ku 26'ê Adarê di civîna G20'ê de biryar li ser wan hatibû dayin û li dijî bandorên aborî û sosyal ên Covîd-19'ê pêşbîniya hevkariyê dikir. Lê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi wetoya Sûriyê û Îranê pêşnûme nehate qebûlkirin.

Her wiha pêşnûmeya ku Rûsyayê hazir kiribû û pêşbîniya wê  dikir ku ji ber Covîd-19'ê guşarên navnatewî were texîrkirin jî hate redkirin. Diyar bû ku DYE û YE'yê ev pêşnûme red kiriye. Rûsyayê di pêşnûmeyê de dixwest dev ji tevdîrên aborî yên hemandiniyê  were rakirin, ku Iısraîl û Koreya Başûr jî li dij vê radibin.