Li Nîjerê ji ber nexweşiya kolerayê bi dehan kes mirin

Ji ber nexweşiya kolerayê ku destpêka meha Tîrmehê li Nîjerê der bû, heta niha 62 kes mirine.

Li gorî rapora Wezareta Tenduristiyê ya Nîjerê, li 4 herêmên başûrê welêt ji meha Tîrmehê heta Îlonê 3 hezar û 202 kes bi nexweşiya kolera ketine. 62 ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Nexweşiya kolerayê gelek caran li Afrîkayê rû dide. Par li 17 welatên Afrîkayê 150 hezar kes bi heman nexweşiyê ketibûn û herî kêm 3 hezar ji wan miribûn.

Nexweşiya kolera ji ber bakteriya bi navê "Vîbrîo" li roviyên mirovan der dibe. Bi giranî ji ber ava nepaqij û madeyên xwarinê yên bi ava gemarî hatine şuştin mirov bi vê nexweşiyê dikevin.