Li Moskowayê alarma êrîşa bombeyî: Stasyonên trenê hatin valakirin
Paytexta Rûsya Moskowa di nava panîka êrîşa bombeyî de ye. Ji ber îxbara bombeyê, 3 stasyonên trenê hatin valakirin.
Paytexta Rûsya Moskowa di nava panîka êrîşa bombeyî de ye. Ji ber îxbara bombeyê, 3 stasyonên trenê hatin valakirin.
'Îxbarên bombeyê' bi rêya telefonê hate kirin. Li ser vê yekê stasyonên trenê yên Kazan Yaroslav û Lenîngradê hatin valakirin.
Rayedaran agahî dan ajansa nûçeyan RÎA Novostî û gotin, "Piştî ku îxbar hate kirin, li her yek ji stasyonên trenê yên Kazan û Lenîngradê hezar kes hatin derxistin. ji gara trenê ya Yaroslavê jî 750 kes hatin derxistin."
Her sê stasyonên trenê Kazan, Lenîngrad û Yaroslav li navenda Moskowayê ne û gelekî nêzî hev in. Her roj bi hezaran kes mirov diçin van stasyonan.