Li Mogadişuyê êrişa bi wesayita bombebarkirî

Li paytexta Somali Mogadişuyê, êvara Yekşemê dema ku fînala Euro-2024 dihate lîstin, li derveyî kafeyeke bi mirovan tijî bû, wesayiteke bombebarkirî hate teqandin. Di encamê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Somali (SONNA), berdevkekî polîsan ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di dîmenan de yên li înternetê hatin weşandin, tê dîtin ku teqîn li yek ji deverên herî naskirî yê li navenda bajêr pêk hatiye.

Rayedaran diyar kirin ku "terorîstên xerîcî" pêk anîn, ku vê gotinê ji bo koma radîkal a Îslamî Şebabê bi giranî bi kar tînin.

Şebab ku komeke cîhadîst a ser bi El Qaîdeyê ye, li Mogadişu û gelek deverên din ên welêt êrişên bombeyî kir.

Roja Şemiyê pênc mehkûmên ku tê gotin encamên Şebab e, dema hewl dan ji girtîgeha bingehîn a Mogadişuyê birevin di dema şer de hatin kuştin.

Li gorî rayedarên girtîgehê 3 gardiyan mirin û 18 gardiyan jî birîndar bûn. Serokomarê Somali Hasan Şêx Mohamud soz da ku li hemberî Şebab şerekî 'topyekûn' bimeşîne.

Şebab tevî ku di sala 2011'an de ji aliyê hêzên Yekîtiya Afrikayê ve ji paytextê hatin derxistin jî li bejahiya Somali hîn jî xurt e.