Li Misrê encamên dawî yên fermî hatin ragihandin

Li gorî encamên hefteya borî ya hilbijartina Serokkomertiya li Misrê hatÎ kirin, Serokkomar Abdulfettah el Sîsî bi sedî 97’ê dengan, dîsa hat hilbijartin.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona hilbijartinê ya Misrê, hat ragihandin ku Serokkomar Sîsî bi sedî 97’ê dengan dîsa hatiye hilbijartin. Li gorî encamên dawî, tenê ji sedê 41 tevlî hilbijartinê bûne, li gorî 4 salên berê ji sedî 6 tevîlbûna hilbijartinê kêm bûye.

Li gorî ragihandina rikberê Abdulfettah el Sîsî, Mûsa Mûstafa Mûsa yê berê jî di sedî 3 dengan de ma ye.

Li gel tevlîbûna hilbijartinê jî kem e, di sala 2014’an de ji sedî 47’ê tevlîbûn ji bo hilbijartinê tevlbûn pêk hatibû. Her çendî tevlîbûna Mûsa Mûstafa Mûsa yê hilbijartinê weke nîşanek bû, ji ber vê yekê tê parastin ku namzetên bi hêz paş ve kişiyane yan jî neçar ma ne paş ve vekişin.