Li Meksîkayê ji ber alkola sixte 42 kes mirin

Li Meksîkayê di merasîma cenaze de ji ber ku alkola sixte vexwarine, herî kêm 42 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên herêmî li eyaleta Pûeblayê di merasîma cenaze de ji ber ku alkola sixte vexwarine, ji roja Sêşemê û vir ve herî kêm 42 kes mirine. Tê diyarkirin ku 11 kes jî jehrî bûne û rewşa wan giran e.

Li gorî heman çavkaniyê 200 lître alkola sixte hatiye desteserkirin û tu kes nehatine destgîrkirin.

Tê diyarkirin ku dema ew alkol dihate vexwarin nêzî 80 kes li wir bûne.

Hate diyarkirin ku li eyaleta Jalîscoyê jî di nava sê hefteyan de herî kêm 38 kes ji ber alkola sixte mirine. Hate ragihandin ku ji ber koronavîrusê alkol bi dest nakeve û xelq jî berê xwe didin alkola destan.