Li lengergehan tirsa ji amonyum nîtratê

Piştî teqîda li Bêrûdê, paytexta Libnanê ku Bêrûd serûbin kirî gelek lengergehên navnetewî li ser mijara depoyên amonyum nîtratê dest bi lêkolînê kirin.

Piştî teqîna ku bûyî sedema mirina 180 mirovî û birîndarbûna bi hezaran mirovî li gelek welatan rêveberiyên lengergehan li depoyan dest bi lêkolînan kir. Hin welatan zêdetirî mîqdara amonyûm mîtratê ya li Bêrûdê bûyî sedema teqînê li depoyan dîtin.

Li Senegalê rayedaran 3 hezar amonyûm nîtrata DYE'yê li lengergeha Dakarê tespît kir. Hate ragihandin, hatiye xwestin ku madeya teqmeniyê ji lengergehê were derxistin.

Li bajarê lengergehê yê Romanyayê Agîgeayê jî li depoyekê hate tespîtkirin ku 5 ton amonyûm nîtrat bi rengekî deryasayî tê hiştin. Polîsên Romen bi ser depoyên cihê de girt û dest li ser 3 hezar û 800 ton amonyûm nîtratê danî.

Li Hindîstanê lengergeha Chennaîyê jî piştî ku 2015'an dest li ser 800 ton amonyûm nîtratê hatibû danîn derkete holê ku dîsa li eynî depoyê hatiye hiştin. Rêveberên lengergehê bi qemyonan depo dane valakirin.

Li Bêrûdê li depoya ku teqîn lê bûyî 2 hezar û 750 ton amonyûm nîtrat hebû.