Li Kubayê ji ber tornado 3 kes mirin, 172 kes birîndar bûn
Ji ber tornado ya li paytexta Kuba Havanayê, herî kêm 3 kes mirin, 172 kes jî birîndar bûn.
Ji ber tornado ya li paytexta Kuba Havanayê, herî kêm 3 kes mirin, 172 kes jî birîndar bûn.
Tornado şeva Yekşem-Duşemê rû da û bi taybetî bandor li taxa Regla ya li başûrê rojava yê Havanayê kir.
Serokkomar Mîgûel Dîaz-Canel daxuyaniyek da û diyar kir, sê kes mirine, 172 kes jî birîndar bûne.
Serokkomar Dîaz-Canel ragihand, xisareke giran a madî ji ber tornado rû daye û tîmên alîkariya lezgîn hewl didin xwe bigihînin mexdûrên felaketê.