Li Kolombiyayê şewata daristanan her ku diçe belav dibe

Şewata daristanan li gelek herêmên Kolombiya û paytext Bogota belav bû. Hikûmet ji bo alîkariya navneteweyî bang kir.

Li herêmên cuda yên Kolombiyayê û derdora paytextê nêzî 30 şewatên daristanan derketin. Şewat nêzî cihê niştecihbûnê ya Bogotayê bû.

Serokê çepgir Gustavo Petro ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku ji bo bikaribin pêşî li 31 şewatên ku heta roja Çarşemê nêzî 600 hektar daristan şewitandiye bigirin, wan “protokolên ji bo daxwaza alîkariya navneteweyî çalak kirine.”

Li gorî Enstîtuya Hîdrolojî, Meteorolojî û Lêkolîna Hawirdorê (Ideam), ji sedî 87’ê welatê ku roja Çarşemê rewşa "karesata xwezayî" îlan kir rastî 'rîska herî zêde ya şewatê' hat.

Petro, anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Şîlî, Perû û Kanadayê ji bo alîkariya kontrolkirina agirê daristanan bersivek erênî dane daxwazên Kolombiyayê.

Li gorî Parastina Sivîl UNGRD'ê, heta roja Pêncşemê li 5 herêmên welêt bi giştî 31 şewat çalak bûn. Ji van 4 li girê El Cable yê rojhilatê paytextê derketine û belav bûne.

Serokê Şaredariya Bogotayê Carlos Fernando Galan got, “Bayê agir nêzîk kir, lê hêj 900 metreyan ji malan dûr e. Em dişopînin. Eger hewce bike em ê tedbîrên tehliyekirina mirovan bigirin.”

Galan got, “Hefteyên pêşiya me wê bi zehmetî derbas bibe. Îro me çend ewr dîtin, lê dîsa jî em îhtîmalê lêkirina baranê nadin.”

Di saetên şevê de zêdeyî 300 agirkuj, leşker û xebatkarên rizgarkirinê ji bo vemirandina agir hatin erkdarkirin. Navenda Bogota ya ku 8 mîlyon nifûsê wê heye, di nava duyê de ma.

Serokê şaredariyê bang li gel a li dora herêmên şewit lê derketine kir ku maskeyên parastinê li xwe bikin. Her wiha hat ragihandin ku dibistan û zanîngeheke ku ji ber dûyê bandor bûye girtine.