Li Kolombiyayê qetlîamên polîsan: Hikûmetê lêborîn xwest

Li Kolobiyayê ya ku bi rojan e tundiya polîsan veguherî qetlîamê, hikûmetê ji gel bi fermî lêborîn xwest.

Li Kolombiyayê ya ku piştî nîvê sed salê ye ku şerê navxweyî û şûnde bi peymana aştiyê ya ku li gel gerîlayên FARC’ê hate îmzekirin ji ber tam nehate pêkanîn, ji nû ve têkoşîna gerîla lez bû. Di nava du rojên dawî de ji ber hovîtiya polîsan gelek kes mirin. Piştî roja Çarşemê kesê bi navê Javîer Ordonez ê hate destgîrkirin û bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest da û şûnde xwepêşandanên destpê kirin, polîsên ku bi tundî mudaxele kirin bi kêmanî 11 kes qetil kirin.

Wezîrê Parastinê yê ku li welat erka kontrolkirina polîsan radibe, ji ber bûyerên pêk hatin ji gel lêborîn xwest. Wezîrê Parastinê Carlos Holmes Trûjîllo ji ber ‘binpêkirinên qanûn û rêgezan ên ji aliyê polîsan ve’ lêborîn xwest, têkildarî mirinan jî diyar kir ku ‘êşê dikişîne’.

Wezîr Jrûjîllo li ser Javîer Ordonez ê polîsan bi lêdanê destgîrkir û piştre jî jiyana xwe ji dest da jî ragihand ku ‘binpêkirina rayeya ku qanûnê ji bo wan diyarkirî’ û ‘bi gumana cînayetê’ lêpirsîna navxweyî dane destpêkirin.

Di bûyerên di serî de li Botoga û gelek bajaran destpê kir ji ber mudaxeleya tund a polîsan 13 kesên ku temenê wan di navbera 17-27’an de hatin qetilkirin. Li gorî Wezareta Karê Navxweyî di bûyeran de 209 sivîl û 194 polîs û leşker jî birîndar bûne.