Li Kolombiyayê di 7 mehan de 15 gerîla û xizmên wan hatin kuştin

Li Kolombiyayê, ji dema destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên navbera FARC û hikumetê û vir ve, 15 gerîlayên FARC'ê û xizmên wan hatin kuştin.

Li gorî rapora Weqfa Aştî û Lihevkirinê ku roja Sêşemê hate weşandin, ji mohrkirina peymana aştiyê ya navbera hikumet û FARC'ê û vir ve, di nava 7 mehan de 15 gerîla ya jî xizmên wan hatin kuştin.

Di raporê de hat gotin, "Ji meha Mijdarê û vir ve 5 gerîlayên FARC'ê û 10 xizmên wan hatine kuştin.

Hat bibîrxistin, ku ji bilî gerîla, di navbera 24'ê Mijdara 2016 û 11'ê Tîrmeha 2017'an de îşkence li 181 parêzvanên mirovan hatiye kirin û 55 jê hatine kuştin.