Li Kolombiyayê di hezaza kargeha madenê de 6 kes mirin

Li madenek zêr ya li bakurê rojhilatê Kolombiyayê ji ber hezîna axê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya ji aliyê Xaça Sor ve hatî kirin de hat gotin; “Bûyera trajedî, di dema hezîna axê ya li ser komekê de çêbûye.”

Midûrê alîkariya destpêkê ya Xaça Sor Welater Waloys ku ji AFP’ê re axivî wiha got; “Di nava wan de 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.”

Hezîna axê li bajarê herî feqîr Chocooyê pêk hatiye. Hat ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 4 zilam û 2 jin in. Qurbanî di cihê hezîna axê de li zêr digeriyan.

Berpirsan ragihandin ku hezîna axê ji ber xebatên zêde û ji ber baranê pêk hatiye.

Li gorî Saziya Navnetewî ya Madenê, li Kolombiyayê di sala 2016’an de 144 qezayên madenê çêbûne û herî kêm 126 kesan jiyana xwe ji dest dane.