Li 3 bajarên Iraqê êrîşên bombeyî: Herî kêm 21 kes mirin

Li bajarên Kerbela, Bexda û Mûsayîb ên Iraqê, ji ber êrîşên bombeyî herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, 27 kes jî birîndar bûn.

Teqîna destpêkê li herêma Mûsayîb a li eyaleta Babîlê rû da. Ji ber vê êrîşa li nava sûkê, herî kêm 20 kes mirin, 21 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin, teqîn ji ber êrîşa xwekujiyê rû daye. DAIŞ'ê ev êrîş li xwe girt.

Li bajarokê Reşîd ê paytext Bexdayê jî, di dema derbasbûna wesayîteke polîsan de teqînekê rû da. Di teqînê de polîsek mir, 2 polîs jî birîndar bûn.

Li otogareke li navenda bajarê Kerbela, ku cihekî pîroz e ji bo Şîa, êrîşeke xwekujî hate kirin. 4 kes birîndar bûn. Lê li ser êrîşa li vir agahiyeke berfireh bi dest neket.