Li Kenyayê greva surprîz geşta hewayî felc kir

Balefirxaneya navnetewî ya paytexta Kenyayê Naîrobiyê bi greveke surprîz bi temamî felc bû.

Xebatkarên balafirxaneyê li dijî projeya ku balefirxaneya şîrketa netewî Kenya Aîrways greveke surprîz kirin.

Sendîkaya Xebatkarên Hewevaniyê KAWU pêşengiya grevê kir. Li balfirxaneyê firîna hemû balafiran hate rawestandin, bi sedan rêwî asê man.

Hêzên polîsan bi ser qadê de hatin şandin, hate gotin polîsa car caran bombeyên gazî davêjin ser çalakgerên grevê.  Li gorî medyaya xwecih hin çalakger ji ber gazê tedawî bûn.

Sekreterê giştî yê sendîkaya KAWU berê sibehê hate destgîrkirin. Rayedaran ji çalakiyê re sabotaj gotin.

Wezîrê Kar û Bar James Macharîa li ser fikra çalakgeran got, ''Tirsa wan ji wê ye ku pêşniyara hevpariyê ya di navbeyna Kenya Aîrways û Rêveberiya Balafirxaneya Kenyayê de karê wan ji dest wan bistîne, me mîsoger kir ku rewşeke wiha wê çênebe.''