Li Katalonyayê hejmarek zêde ya welatiyan tevlî hilbijartinê bûn

Hat ragihandin ku rêjeyeke mezin a welatiyan tevlî hilbijartinên li Katalonyayê ya ku Îspanya li dijî biryara serxwebûnê dest danî ser hemû saziyên wê, bûne.

Dengdana ku saet 08:00’ê sibê destpê kir wê heta saet 20:00’an bi dawî bibe. Li gorî daxuyaniyên hatin dayîn ji saet 18:00’an û şûnde rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 68,3 bû.

Li gorî hilbijartina sala 2015’an a herî dawî heta saet 18:00’an rêjeya tevlîbûnê ji sedî 63,12 bû, rêjeya giştî jî weke 74,95 bû. Rêjeya zêdebûnê ya ji bo hilbijartinê wê bikêrî partiyên alîgirê serxwebûnê bên. Tê payîn ku endamên yekem ên hilbijartinê wê li gorî saeta Îspanya saet 21:00’an diyar bibe.

Piştî referandûma serxwebûnê ya 1’ê Cotmehê û şûnde Parlemetoya Herêma Katalonyayê serxwebûn ragihandibû. Lê Hikûmeta Navendî ya Îspanyayê madeya 155 a Destûra Bingehîn xistibû dewreyê û destdanîbû ser ehmû saziyên serbixwe. Di vê çarçoveyê de parlementoy hatibû daxistin û gelek rêveberên partiyan hatibûn girtin. Serokê herêmê Carles Pûîgdemont xwe spartibû Brûkselê û li vir kampanyaya hilbijartinê birêve dibir.