Li Iraqê roket avêtin leşkerên DYE’yê

Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye, roket avêtin balefirgeha nêzî leşkerên Emerîkayê lê ye. Di 24 saetên dawîn de bû cara duyemîn ku roketan diavêjin.

Li gorî agahiyên ku berpirsekî serwîsa ewlekariyê ya Iraqê daye AFP’ê Yekşemê bi şev roketek nêzî balefirgeha Bexdayê ketiye. Hate diyarkirin ku dema ev roket ketiye, neteqiyaye.

Ji Cotmeha 2010’an û heta niha li dijî berjewendiyên Emerîkayê yên li Iraqê 34 êrîş hatine kirin.

Şeva beriya wê jî roketek avêtibûn dora sefareta Emerîkayê ya li Bexdayê. Li gorî sefareta Emerîkayê li bakurê Bexdayê wan roket û rampayên roketan dîtine. Hate diyarkirin ku berê van roketan ber bi baregeha leşkerên Emerîkayê bûye.

Di 25’ê Gulanê de yekîneyên antîteror ên Iraqê li dijî Tûgayên Hîzbûllahê yê alîgirên Îranê 14 kes destgîr kiribû û di operasyonê de roket hatibûn bidestxistin. Lê piştî çar rojan hate diyarkirin ku ji xeynî yekî yên din hemû serbest hatine berdan.

Dema ku ev 14 kes hatin destgîrkirin Tûgayên Hîzbûllahê gefên xwe yên li dijî Serokwezîr Mûstafa El Kazimî zêde kir. Komek jê diyar dikin ku Kazimî hevkarê kuştina generalê Îranê Kasim Suleymanî ye.