Li Hollandayê komeke ‘amadekariya êrîşeke terorîst dikirin’ hate girtin
Serdozgeriya Hollandayê ragihand ku pêşî li êrîşeke terorîstî hatiye girtin.
Serdozgeriya Hollandayê ragihand ku pêşî li êrîşeke terorîstî hatiye girtin.
Serdozgeriya Hollandayê ragihand ku êrîşeke terorîstî ku ‘mirina gelek kesan kiribûn hedef’ hatiye astengkirin. Dozgeriyê ragihand ku roja Pênçşemê polîsan 7 kes girtine.
Wezareta Kamûyê daxuyaniyeke nivîskî da û got; “Li Hollandayê komeke ku amadekariya êrîşeke bi bandor a terorîstî dikirin ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.”. Wezaretê diyar kir ku êrîş hatiye astengkirin. Hate ragihandin ku kesên mijara gotinê li bajarê Arnhem û Weertê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku sala 2017’an kesekî ji Iraqê yê 34 salî dema ku hewl dida biçe herêmên dibin kontrola DAÎŞ’ê de koma li derdora wî ji aliyê polîsan ve ji nêz ve hatiye şopandin.
Servîsa Îstixbaretê ya Hollandayê jî agahî da û ragihand ku kesê bi navê Hardî N. sazûmankarê êrîşê ye.
Berdevkê serdozgeriyê ku ji qenala Jîrko Patîst a televîzyona Hollandayê re axivî û got; “Plana êrîşê ji ber ku kete qonaxeke pêştir de me mudaxele kir. Hemû endamên komê hatine girtin.”
Wezareta Kamûyê diyar kir ku kesên hatine girtin, plana êrîşeke xwekûjî, çekên kalaşnîkof û bi wesayîtên bombebarkirî dikirin.
Rayedaran diyar kirin ku wê êrîş li ku derê bihate kirin tu agahiyek zelal bidestnexistine.
Meha Hezîranê jî li Fransa û Hollandayê kesên ku amadekariya êrîşê dikirin hatibûn girtin. Dozgeriyê wê demê ragihandibu ku ew nêzî komeke bûne ku wê meha Îlonê êrîşekê pêk binin.
Hedefa êrîşa li Fransayê her çiqas diyar nebe jî lê dihate gotrin ku kesên mijara gotinê li Hollandayê Pira Erasme û qereqolekî bajarê Rotterdamê kirine hedef.