Li Hindistanê raperîna ji ber Dalîtan: Gelek kes mirin

Li Hindistanê di xwepêşandên protestoyê de ya li dijî biryara dadgehê ya ku dixwaze cezayê Dalîtan sivik bike, gelek kes mirin.

Dihat gotin ku biryareke Dadgeha Bilind a li Hindistanê cezayê li ser cudaxwaziyan sivik dike.

Dalît ên ku hejmara wan 200 milyon e her dem rastî cudaxwaziyê tên. Ligel ku di warê zagonî de qedexe be jî Dalît her dem ji aliyê pêkhateyên din ên pergala kastê biçûk tên dîtin.

Li hemberî biryara Dadgeha Bilind li gelek bajaran Dalît derketin kolanan. Hate îddîakirin ku çalakgeran rê ji trafîkê girtine û zirar dane kargehan.

Li eyaleta Madhya Pradeshê ya ku gelek xwepêşandan lê hatin lidarxistin, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û li bajarê Meerûtê jî qereqoleke polîsan hate şewitandin. Li eyaleta Ûttar Pradeshê jî li gorî polîsan çalakgeran otobuseke rêwiyan şewitandine.

Li Hindistanê Dalît, ji aliyê Brahman, Kşatriya, Vaîkya û Sûdrayan biçûk tên dîtin. Hefteya borî cotkarekî Dalît, ji ber ku hespa wî hebûye û ev tişt tê wateya îşareta hêz û dewlemendiyê hatibû lînckirin û vî cotkarî piştre jiyana xwe ji dest dabû.