Li Hindistanê di bahoza Faniyê de 33 kes mirin

Li Hindistanê di bahoza Faniyê de 33 kes mirin û bi sed hezaran kes bêmal man.

Leza Bahoza Faniyê di saetekê de dibû 200 kîlometre. Bahozê li eyaleta Odîshayê da.

Li gorî rayedaran beriya bahozê heke milyonek kes nehatina derxistin wê bîlançoyeke mezin a giran pêk bihata.

Li bajarê Pûriyê bahozeke giran pêk hat. Li gorî serwîsên tendirustiyê li  bajêr 21 kes mirin û 300 kes jî birîndar bûn.

Xisara bahozê ya li ser pergala elektrîkê jî 150 milyon eûro ye.

Bahozê piştî ku bajarê Pûriyê hilweşand berê xwe da Bangladeşê.