Li Hindistanê avahî hilweşiya, karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike

Li bajarê Mahadê yê li rojavayê Hindistanê, êvara Duşemê avahiyek hilweşiya û bi dehan kes di bin de man. Karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.

Li bajarê Mahadê ku bi 120 kîlometreyî li başûrê Bonbayê ye, êvara Duşemê avahî hilweşiya. Tîmên rizgarkirinê ji bo mirovên di bin avahiyê de mane rizgar bikin, heta serê sibehê xebitîn.

Li ser sedema dramê agahî nehate bidestxistin. Lê belê di dema baran mûsonê de hilweşîna avahiyan ne rewşeke neasayî ye. Barana mûsonê ku meha Hezîranê dest pê dike û heta Îlonê dewam dike, dibe sedema lehî û hezazê. Li parzemîna jêrîn a Hîntê îsal ji ber barana mûsonê derdora 1.300 kesî jiyana xwe ji dest dan ku zêdeyî 800 ji wan li Hindistanê jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku ji binê avahiya hilweşiyayî sibeha Sêşemê cenazeyek hate derxistin. Tê texmînkirin ku hîn ji 20 heta 70 kesî di bin xirbeyê avahiyê de ne. Ji şêniyên avahiyê 47 kesî di kêliya dawî de xwe rizgar kiribûn.