Li gorî lêkolînekê herî zêde baytar xwe dikujin

Lêkolînerên Emerîkayî diyar kirin ku xwekuştinên baytaran 4 car ji yên mayî zêdetir e. 

Encamên lêkolînê di kovara zanistê ya bi navê “Journal of Veterinary Internal Medicine” de hatin weşandidin. Li gorî vê rêjeya xwekuştina Baytaran 4 car ji yên mayî zêdetir e. 

PIRSGIRÊK NE AJAL IN, XWEYÊ AJALAN IN

Ev diyarde, ne bi ajalan, bi xwediyê wan re pêwendîdar tê nirxandin. Li gorî lêkolînan, ev encam ji ber lihevnekirin û nakokiyên exlaqî yên di navbera baytaran de, xebitîna zêde, demên kar ên nerêkûpêk û beriya her tiştî helwesta xwediyê ajalan û daxwazên wan pêk tên. 

Li gorî mînaka herî zêde tê nîşandan, xwediyê ajalan di mijarên malî de otenaziyê dixwazin. Ji 3’an 2 beşan ê 800 baytarên tevlî lêkolînê bûyî, tînin ziman ku bi rewşeke wiha re rû bi rû mane.