Li Gazzeyê di êrîşan de gelek kes mirin

Di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de ji roja Înê ve alozî giran dibe. Tê gotin, di 'êrîşên dijber' ên Îsraîlê de doh herî kêm 4 Fîlîstînî mirin.

Li Şerîda Gazzeyê, piştî xwepêşandanên protestoyî yên roja Înê pêk hatin, Îsraîlê êrîşa hewayî pêk anîn û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her du aliyan doh jî êrîşên xwe domandin. Li gorî artêşa îsraîlê, ji Şerîda Gazzeyê nêzî 250 roket hatine avêtin û herî kêm du kes birîndar bûne. Hate ragihandin, piştî êrîşên bi roketan bi deh hezaran kes li 'herêmên ewle' bi cih bûne.

Artêşa Îsraîlê bi tundî dest li Gazzeyê werda. Di nava rojê û danê êvarê de, di êrîşên hewayî de herî kêm 4 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan ku yek jê zarok e.

Li gorî artêşa Îsraîlê, êrîş li dijî nuqteyên leşkerî yên rêxistina Îslamî Cîhadî û Hamasê hatine kirin. Lê belê tê gotin, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de jinek û pitika wê jî hene.

Hamasê jî ragihand, êrîşên bi roketan weke bersiva li êrîşên Îsraîlê bûn ku roja Înê kir û herî kêm 4 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan.