Li Fransayê ‘komaleya’ ku xebatên çetewarî li girtîgehan dimeşand hat redkirin

Der heqê ‘komaleya alîkariyê’ ya ku li Fransayê di gelek dosyayên îslamîstên radîkal de navên wê derbas dibû û xebatên radîkalkirina ciwananên girtî dimeşand biryara girtinê derketibû. Ev ji hêla Konseya Dewletê jî hat qebûlkirin.

Komaleya bi navê Sanabîl a ‘bi armanca alîkariya girtiyên Misilman’ hatibû vekirin û 24’ê Mijdarê bi biryarnameya serokkomariyê hatibû girtin, di gelek doayayên Îslamîstên radîkal de hebû. Ji bo komaleya navborî ku bi gelek girtiyên têkîldarî terorîzmê re pêwendiyên wê hene, ‘dikare hin girtiyan hê jî radîkaltir bike’ wek hincet hatibû nîşandan.

‘Komaleya’ ku hat diyarkirin bi çeteyan re têkîliyên xwe hene û xebatên ji bo radîkalkirina girtiyan dimeşîne û hat girtin, îtîraz kiribû. Konseya Dewletê ku dezgeha herî bilind a darazê ye, ev îtîraz nîqaş kir, hikum da ku biryara hikûmetê ‘rast e’.