‘Li Fransayê gefa ku êrîşa terorîstî pêk were pir xurt e’
Polîsê Fransa daxuyaniyek da û got, ji ber sedema Noelê û pîrozkirina sersalê, gefa êrîşa terorîstî li welat pir xurt e’’
Polîsê Fransa daxuyaniyek da û got, ji ber sedema Noelê û pîrozkirina sersalê, gefa êrîşa terorîstî li welat pir xurt e’’
Dîrektorê Rêxistina Polîsan a Netewî ya Fransayê Jean – Marc Falcone ji rojnameya Journal du Dîmanche re axivî û got, ji ber sedema pîrozkirinên sersalê li ser welat gefa êrîşên terorîstî ‘têra xwe xurt e’’
Falcone diyar kir, ji ber sedema pîrozbahiyên Noelê di destê wan de ‘hêjmaneke teqez’’ nîn e, lê dîsa jî hişyarî da û got, rîska êrîşan heye. Ji ber sedema cejneke dînî ye, Falcone bal kişande ser pirbûna cihên ku mirov bi komî lê dicivin, bal kişand ser xeteriyan.
Falcone bal kişande ser komkujiya li paytexta Elmanya Berlînê ku di encamê de 12 kes hatibûn kuştin, diyar kir ku piştî êrîşê hemû waliyan li bajaran pêşgiriyê ewlekariyê careke din seh kirine. Falcone diyar kir, li gel bazarên Nolê her wiha ayînên ku bi şev têne kirin jî pir têne parastin.
Fransa 13’ê Mijdara 2015’an gelek caran ji çeteyên DAIŞ’ê re bûye hedef û ji 220 kesî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan.