Li Fînlandiya ji ber sersarî û xwedînekirinê 15 kes mirin

Van 2 salên li malên yixtiyaran ku piranî şîrketên taybet rê ve dibin 15 kes ji ber xwedînekirinê û sersariyê jiyana xwe ji dest dan.

Van 2 heftiyên dawî  Fînlandiya li ser mijara xwedîkirina yixtiyaran bi skandalan li hev dikeve. Şîrketên ku ji xwedîrkirina yixtiyaran berpirs ji qelpîtiyê bigirin heta bi lêxistin û mirinê ji helak aliyan ve têne sucdarkirin.

Saziya ku ji kontrolkirina saziyên tenduristiyê û xwedîrkirinê berpirs Valvîra derbarê hin şîrketan agahî da polîsan. Polîsan diyar kir li ser îdîayan wan lêpirsîn daye destpêkirin.

Dozgerê Netewî yê Fînlandiya Raîja Toîvîanînen jî got heqê yixtiyaran e ku bi layiqî rûmeta mirovahiyê werin xwedîkirin, sûcdarî giran in û heke dosya were ber destê wî ew ê lêpirsîneke berfireh bide destpêkirin.

Hemû partiyên muxalefetê pêşniyarnamyek dan û xwestin ku mijar li parlamentoyê were nîqaşkirin û ji bo hikûmetê dengdana pêbaweriyê were kirin.

Di nav pêşniyarnameyê de hate xwestin ku li malên xwedîkirina yixtiyaran serê mirovekî 0,7 kes nihêrvan were xebiandin û ji bo yixtiyaran Ombûdsmanek were çêkirin.

Wezîra Malbat û Xwedîkarinê Annyîka Sarîko got ji bo ku yasa werin guhartin têra xwe wext nîn e, ji bo vê jî têkilî xwedîrkirina yixtiyaran piştî hilbijartinê ew dikarin hin yasayan biguherin.

Hate îdîakirin ji bo ku pêşniyar pêk were, ne pêkan ek u 4200 nihêrvan werin perwerdekini û wan ji bo kar bistînin.