Li Fîlîpînê du êrîş: 14 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn

Di êrîşên li girava Jolo ya Fîlîpînê de 14 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn.

Li girava Jolo ya Fîlîpînê du êrîş pêk hatin. Li gorî agahiyên ewilê di êrîşê de ku koma bi navê Aboû Sayyaf a cîhadî li xwe girt, 7 leşker, 1 polîs, 6 sivîl bi giştî 14 kes mirin. 48 sivîl, 21 leşker û 6 jê polîs bi giştî 75 kes birîndar bûn.

Rayedarekî leşkerî ku daxuyanî da rojnameyan ragihand ku teqîna yekem li nêzî marketekê bi motorstiklêtekî bombe kirî hatiye teqandin.

Leşkerekî jî diyar kir ku kesekî motorsiklêta xwe li nêzî marketa ku qelebalixî lê hebû danî, di demekî kin de ev morosiklêt teqiyaye.

Teqîna duyemîn jî bi şêwazê întixarî pêk hatiye. Hate ragihandin dema ku qada teqîn lê hate kirin hew dida bê valakirin kemerekî bombekirî hatiye teqandin.

Leşkerekî jî ragihand ku jina ku êrîşa întixarî pêk anî dema ku li ser wê lêgerîn dihate kirin, jinê bombe teqandiye.