Li Fasê perwerdekarên ciwan daketin kolanan

Li paytexta Fas Rabatê, bi hezaran perwerdekarên ciwan şeva Şemiyê daketin kolanan. Polîsan dest li ciwanan werdan û bi tundî ew belav kirin.

Ciwanên ku danê êvarê daketin qadan, daxwaza peymana mayinde ya di bin sîwanê perwerdeya neteweyî de kirin.

Ciwanên ji jin û mêrên 20-30 salî pêk dihat, dirûşmên "azadî, rûmet, edaleta civakî" qîriyan.

Ciwanan bi telefon û findan şev ronî kirin û piştî ku li ber avahiya parlamentê kamp çêkirin, polîsan bi ço û ava şid dest li wan werdan. Beriya tundiya polîsan, du saetan ji bo rakirina kampê danûstandin hatin kirin.

55 hezar mamosteyên xwedî peyman ên li Fasê bi mehan e daxwaza statuya karmendiyê ya di bin sîwana Perwerdeya Neteweyî de dikin û dixwazin polîtîkaya karê bi peyman a sala 2016'an ketiye meriyetê, bi dawî bibe.

Di vê çarçoveyê de 3'ê Adarê li pêşiya akademiyên li bajarên cuda grevê dest pê kiribû. Perwerdekarên xwedî peyman û karmend heman mûçeyê distînin, lê belê di serî de teqawîtî ji gelek mafên din bêpar in.