Li Ewropayê, herêmên ku serxwebûn û xweseriyê dixwazin

Referandûma serxwebûnê ya li Katalonyayê, ku Spanyayê bi hemû hêza xwe ya dewletê hewl da pêşî lê bigire, daxwaza vî warî ya gelên din ên li Ewropayê jî xiste rojevê.

Li gel berxwedana Katalanan, ji Spanyayê heta Gurcîstanê, ji Belçîkayê heta Îtalyayê û Balkanan, li gelek welatan têkoşînên ji bo xweserî û serxwebûnê dewam dikin.

SKOÇYA PIŞTÎ BREXÎTÊ HÊ BÊHTIR NÊZÎ SERXWEBÛNÊ YE

Yek ji welatên ku daxwaza serxwebûnê di salên dawî de herî zêde di rojevê de ye, Skoçya ye. Bi nifûsa xwe ya 5,3 mîlyonî, yek ji deh parên nifûsa Brîtanya Mezin e. Bi mezinahiya erdê xwe yê ji 78 hezar kîlometreçargoşeyî, yek ji sê parên axa serweriya Qraliyeta Mezin e.

Ev welat, ku ji sedsala 14'an heta sala 1707'an xwedî mafê serweriya Qraliyeta Skoçyayê bû, herî dawî di sala 1998'an de bi Scotland Actê re bû xwedî parlamenta xwe.

Ji bo serxwebûna Skoçyayê, di referandûma sala 2014'an de 44,7 ji sedî yê gel xwestibû ji Brîtanya Mezin qut bibe. Lê belê wê wextê referandûma Brexîtê ya derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê ne di rojevê de bû. Tê zanîn ku piraniya gelê Skoç, alîgirê Yekîtiya Ewropayê ye. Û di referandûma sala 2016'an de 63 ji sedî dengê ji bo mayina li nava Yekîtiya Ewropayê dabû.

Piştî ku zelal bû wê Brîtanya di sala 2019'an de ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, serxwebûna Skoçyayê ji nû ve ketibû rojevê. Serokwezîra Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) ku alîgira serxwebûnê ye Nîcola Stûrgeon ragihandibû ku bi derketina ji nava yekîtiyê re wê gelê ku dixwaze di nava yekîtiyê de bimîne, referandûmeke nû li ser diyarkirina çarenûsa xwe li dar bixin. Lê belê dema vê referandûmê eşkere nekiribû.

WELATÊ BASKÊ YÊ DI NAVBERA DU WELATAN DE HATIYE PARVEKIRIN

Welatekî din ê girîng ê li Ewropayê, ku bi dehan salan ji bo serxwebûnê têkoçiya, welatê Baskê ye, ku piştî Katalonyayê herî zêde zorê li Spanyayê dike. Her çend rêxistina xwe ya bi navê Eûskadî Ta Askatasûna (ETA) sala 2011'an têkoşîna xwe ya çekdarî qedand û di nava vê salê de çekên xwe yên dawî radestî saziyên serbixwe kir jî, daxwaza wan a serxwebûnê neqediya ye.

Gelê Baskê ku nifûsa xwe herî kêm 3 mîlyon e, ji bilî herêma Baskê, li bakurê Navarra û li rojavayê bajarê Pyrênêes Atlantîqûs ê Fransayê dijî. Li 15 ji sedî yê welatê Baskê yê li aliyê Fransayê otonomî nîne.

Li gel ETA'yê, Partiya Neteweperest a Baskê ku ji sala 1978'an û vir ve serokên herêmê derdixîne, hêzeke girîng e. Di gelek anketan de xuya dikir ku nîvê gelê Baskê alîgirê serxwebûnê ye.

LI BELÇÎKAYÊ ZEWACA BI ZORÊ

Yek ji welatên Ewropayê ku zêde alozî lê rû neda be jî, gelên wê bi giranî ji hev parçe bûne, Belçîka ye. Tevî paytext Brukselê, herêma Flandre ya bi zimanê Flemenkî diaxive û herêma Valonya ya bi zimanê Fransî diaxive, xwedî statuyên federal in.

Herêma ku herî zêde daxwaza serxwebûnê dike, Flandre ye. Li vê herêmê partiyên alîgirê qutbûna ji Belçîkayê ne, desthilatdar in. Herêma Flandre du ji pênc parên axa Belçîkayê pêk tîne û nifûsa wê 6,5 mîlyon e. Li hin cihên paytext Brukselê jî civata Flaman heye. 

LI ÎTALYAYÊ GELEK HERÊM BI PIRSGIRÊK IN

Li gelek herêman jî, ku sala 1861'ê bi yekbûna gelek dewletên cuda li bin sîwana Qraliyeta Îtalyayê re gihîştin hev, gel daxwaza serxwebûnê dikin. Sala 2014'an li paytexta herêma xweser a Veneto li Venedîkê referandûm hate kirin û 89 ji sedî daxwaza serxwebûnê kir. Tevî ku biryar bi cih nehate anîn jî. gelê bajêr bi taybetî dixwazin di mijara bacê de ji Îtalyayê serbixwe be. Li Îtalyayê li gelek herêmên din jî daxwazeke bi vî rengî heye.

KORSÎKA Û ALSAS

Li Fransayê, ku tevî sîstema dewleta unîter, di ser ziman re jî polîtîkayeke giran a asîmîlasyonê tê meşandin, li herêmên Alsas, Bretonya, Korsîka û welatê Baskê daxwaza serxwebûnê ev demeke dirêje heye. Li Fransayê, ku 75 ziman û zaravayên herêmî bi destûra bingehîn hatine naskirin, li Bretonya û Alsasê daxwaza di vî warî de di slaên dawî de qet nehatiye ziman. Lê li welatê Baskê û bi taybetî li Korsîkayê ev daxwaz timî zindî ye. Li herêma Alsasê, tevî dersên ziman, mafên misogeriya sîgorta û tenduristiyê yên ji sala 1871-1919'an ên ji seda rêveberiya Elmanyayê mayî, mîna xwe hatin parastin. Her wiha Qanûna Laîktiyê ya sala 1905'an ji bo Alsas û bajarê Moselleyê derbas nabe.

HERÊMÊN DIN ÊN XWESER ÊN KU DAXWAZA SERXWEBÛNÊ DIKIN

Li nava welatên Yekîtiya Ewropayê gelek herêm hene ku daxwaza serxwebûnê ya jî xweseriyeke berfireh dikin.

Li herêmên Transîlvanya û Banat ên Romanyayê ku hindikahiya Macar lê dijî, mafê ziman û çandî hatiye naskirin. Li Romanyayê ku nifûsa xwe 20 mîlyon e, gelê ku bi zimanê Macarî diaxive 1,5 mîlyon e.

Li bakurê Sirbîstanê, di sala 1945'an de bi navê 'herêma otonom a sosyalîst' statuyek hate destnîşankirin. Ev statu sala 1989'an hate rakirin. Lê belê statuya xweser a navborî, sala 2010'an ji nû ve hate naskirin. Di xwepêşandanên sala 2013'an de, bi qutbûna Kosovayê re daxwaza qutbûna ji Sirbîstanê ya vê herêmê bêhtir hate ziman.

ABHAZYA Û OSETYA BAŞÛR KU DI PRATÎKÊ DE SERBIXWE NE

Li welatê Kafkas Gurcîstanê jî, ji salên 1990'î û vir ve Abhazya û Osetya Başûr ji bo serxwebûnê têdikoşin. Li Abhazyayê di sala 1991'ê de di pratîkê serxwebûn hate bidestxistin. Hê li qada navneteweyî nehatiye qebûlkirin. Di sala 1992'an de Osetya Başûr bi referandûmê serxwebûna xwe ragihand. Di salên 2004'an û 2008'an de li dijî hewldana dagirkirinê ya Gurcîstanê li ber xwe dabû. Sala 2008'an di Şerê Osetya Başûr de bi destwerdana Rûsyayê re ev hewldan hatibû şikandin. Osetya Başûr tevî Rûsyayê ji aliyê Venezûela û Nîkaragûa yên xwedî rêveberiyên sosyalîst in û welatên biçûk ên mîna Tûvalû û Naûrû ve hatibû naskirin. Lê belê civaka navneteweyî hê bi israr vê yekê nas nake.

Tevî van hemû herêman, Boşnak a ji sala 1995'an û vir ve li Bosna-Hersekê hatiye avakirin, dikare federasyona Sirp û Hirvat parçe bike.