Li Ermenîstanê krîza hikumetê

Nîkol Paşîniyan ku piştî xwepêşandanên mezin bû serokwezîr, doh ji nişka ve îstifa kir. Bi vê yekê re hilbijartina pêşwext kete rojeva Ermenîstanê.

Reformxwaz Paşîniyan di hilbijartinên sala 2017'an de 8 ji sedî yê dengan stendibû û bûbû sêyemîn. Paşîniyan bi dijberiya xwe ya li qebûlkirina qanûna ku pêşî li hilbijartinên pêşwext digire, tê naskirin.

Lewma bi îstifaya xwe ya doh re Paşîniyan rê li ber pêvajoya hilbijartinên pêşwext vekir. Piştî ku Paşîniyan îstifa kir, divê di nava 15 rojan de kesekî din li şûna wî bê bicihikrin û hikumeteke nû were avakirin. Eger ev nebe, divê hilbijartina pêşwext pêk were.

Serj Sarkîsyan ku ji sala 2008'an û pê ve wezîfeya Serokkomariyê dikir, ji bo serokwezaretiyê hate wezîfedarkirin. Mûxalefeta ku li ber vê rabû, dest bi xwepêşandanan kir. Serkêşê van xwepêşandanan jî Nîkol Paşîniyan bû. Paşîniyan ji bo çareserkirina krîzê bi serokwezîrtiyê hate wezîfedarkirin. Lê di dengdana destpêkê ya 1'ê Gulanê de dengê 'pêbaweriyê' wernegirtibû. 8'ê Gulanê di dengdana duyemîn de hatibû hilbijartin.

Ji bo rêveberiya Paşîniyan bê xurtkirin, diviyabû li parlamentê jî bi xurtî bihata temsîlkirin. Ku niha piraniya endamên parlamentê ji Partiya Komarger a Serj Sarkîsyan e.

Eger heta 2 hefteyan hikumeteke nû ava bibe, wê hilbijartinên giştî li gorî dema hatiye diyarkirin di sala 2022'an de pêk were.