Li Elmanyayê gotinên populîst herî zêde bandorê li hilbijêrên mêr û extiyar dikin

Li Elmanyayê, ji ber koça penaeran a du salên dawî û êrîşên demên dawî, tê payîn rêjeya dengê AfD a nîjadperest zêde bike. Li gorî anketan, hilbijêrên extiyar berê xwe didin partiya rastgir a tund.

Spîegel Onlîne tevî enstîtuya lêkolînê Cîveyê, li ser hilbijartina giştî ya sala 2017'an anketek çêkir. Li gorî vê anketê, Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) ne di nav de, dengê hemû partiyên din ên çep zêde bûn. Partiya Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ku partiyeke populîst a rastgir e, weke sêyemîn hêza herî mezin wê li Meclîsa Federal cih bigire.

Li gorî anketê, rêjeya dengê partiyên Yekîtiya Xiristiyan CDU û CSU ji sedî 34,2, rêjeya dengê hevparê koalîsyonê SPD jî ji sedî 21, 3 e. AfD bi rêjeya ji sedî 13,5 dibe sêyemîn partiya herî mezin, partiya Keskan rêjeya ji sedî 10,6, Partiya Çep (Dîe Lînke) ji sedî 10,2 ê dengan distînin. Partiya Demokrat a Azad (FDP) ku di hilbijartina 2013'an de li derveyî Meclîsê ma, bi rêjeya ji sedî 5,4'an careke din cihê xwe di Meclîsê de digire.

Encameke din a balkêş a anketa Spîegel Onlîne û Cîvey ew e, hilbijêrên ciwan ên li Elmanyayê bi giranî berê xwe didin partiyên çepgir. AfD a bi gotinên xwe yên tund ên rastgir derdikeve pêş, bi giranî ji hilbijêrên mêr û extiyar dengan distîne. Propaganda vê partiyê ya li ser penaberan û êrîşên rêxistinên Îslamî, bandoreke zêde li hilbijêrên zêdeyî 50 salî dike.

Rêjeya dengê AfD li nava hilbijêrên mêr ji sedî 16, li nava hilbijêrên 50 heta 64 salî jî ji sedî 18,2 xuya dike. Ev rêje di nava hilbijêrên zêdeyî 65 salî de ji sedî 17,7 xuya dike.

Di nava hilbijêrên 18-29 salî de rêjeya dengên AfD ji sedî 5 e. Ya CDU-CSU jî ji sedî 28 e. Di nava heman koma hilbijêran de rêjeya dengên SPD'ê ji sedî 27,3, Partiay Keskan ji sedî 17,7, Partiya Çep ji sedî 11,7 e. Rêjeya dengên van partiyan di nava hilbijêrên 50-64 salî de, ji sedî 11,3 ye.