Li Elmanyayê derziya ku li zarokan dixin dibe mecbûrî

Wezîrê Tendiristiyê Jens Spahn  li Elmanya têkilî mecbûrbûna derziya ku li zarokan dixin planeke nû hazir kir û got, ''Ê ku zarokên xwe neanîne ku derziyê li zarokan bixin wê 2500 Euro cezayê pereyan li wan were birîn''.

Li Elmanayê ev demeke  derziya ku li zarokan dixin dihate nîqaşkirin. Malbatên ku dibêjin derziya ku li zarokan dixin dahatuyê rê li ber nexweşiyên weke Alzheîmerê vedikin her ku diçin zêde dibin û ji bo vê jî nedihiştin ku derzî li zarokên wan were xistin. Lê li hêla dî jî tirs ew e ku zarokên ku derzî li wan nehatiye xistin nexweş bikevin û ev nexweşî di zarokên din jî bigere.

Bi taybetî li dibistanan ji ber ku weqayên nexweşiya sorikê zêde dibin Wezarta Tendiristiyê ji bo ku derziya sorikan bibe mecbûrî bang dikir. Wezîrê Tendiristiyê Jens Spahn got pêşnûmeya yasayê ku derziya li zarokan mecbûrî bike li ber xilasbûnê ye.

Pêşnûmeya yasayê ya ku lêxistina derziyan a li zarokan mecbûrî dike ji ber ya Fransa û Italyayê girtine. Jens ji rojnameya Bîld am Sonntag re axivî û got li gorî yasaya nû zarokên ku derzî li wan nehatine xistin wê nikaribin biçin kreş û dibistanan. Jens her wiha got dê û bavên ku zarokên xwe nebirine ku derziyê li wan bixin wê 2500 Euro ceza li wan were birîn.

Li Elmanyayê rêjeya malbatên ku nahêlin derzî li zarokan were xistin 7 ji 100'î ye.