Li Elmanya tevgereke nû ya çepgir tê damezirandin

Li Elmanya li dijî pêla populîst a rastgir ku li dijî neheqiyên sosyal geş dibe bi pêşengiya Seroka Komê ya Partiya Çepgir Sahra Wagenknecht tevgereke nû ya çepgir tê damezirandin.

Li Elmanya bi yek ji kesa navdar a ji eniya muxelefetê ya çepgir Sahra Wagenknecht bi dirûşma ‘’Rabe ser piyan’ starta tevgerekê dest pê kir. Tevgera ku ji pergala li Elmanya ne xweş e û dixwaze xîtabî partiyên dî yên derveyî Partiya Çepgir bike bi fermî 4’ê Îlonê wê were damezirandin.

Lê Wagenknecht ku di ser qada înternetê de xebata pêşî dayî destpêkirin, got ew dixwazin hemû beşên civakî yên ji bêdadiyê aciz in bikin yek. Wagenknecht got siyaseta ku Serokwezîr Merkîl rê ve birî îflas kiriye. Armanca Wagenknecht ew e ku Partiya Demokratên Sosyal (SPD) ku bi demokratan re hikûmeta koalîsyonê ava kirî û xeydokên Partiya Kesk di bin banekî de bicivîne.

Jixwe ji niha ve du navên ji SPD’ê û Keskan gotin ew bi sempati li tevgerê dinerin. Antje Vollmer ku ji Partiya Kesk wekîltî kirî û Marco Bulow ku ji SPD’ê wekîltî kirî gotin meyla wan li ser tevgera ‘Raber ser piyan’ heye.

Ji bo vê jî ji eniya SPD’ê û Keskan ji niha ve li dijî tevgerê nerehetî zû dest pê kir. Lê tevgera nû ku armanc dike li dijî populîzma rastgir ku li Elmanya geş bûye, têbikoşe ji roja pêşî ve li medyaya sosyal bi eleqeyeke zêde hate pêşwazîkirin. Elmananên ku ‘’aufstehen.de’ û di hesabên medyaya sosyal tevlî taga #aufstehen bûn, hêviya xwe ya ji tevgerê vegotin.

LAFONTAÎNE: ARMANCA ME TEVGEREKE DI SER PARTIYAN RE YE

Hevserê Wagenknecht Oskar Lafontaîne ku ji rojnameya ‘Welt am Sonntag’ re axivî got, ‘’Armanca me ne ew e ku em partiyeke nû ava bikin, em dixwazin tevgerekê ava bikin ku rengekî nû bide siyasetê. Em li bendê ne ku yên ku li hundir zêdetir dada sosyal dixwazin û li derve jî siyasta aştiyê dixwazin tevlî vê tevgerê binin.’’