Li Efganistanê Talîbanê êrîş kir: Herî kêm 9 polîs mirin

Li bajarê Gaznî yê Efganistanê tevgera Talîbanê êrîşî benda kontrolê kir û hate diyarkirin ku herî kêm 9 polîs mirin.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku êrîş roja Înê di destê sibehê de hate kirin. Hate diyarkirin ku polîsên ji bo takwiyeyê hatine şandin jî ketine kemînê.

Berdevkê polîsan ê Gazniyê Ahmed Han Serat ji AFP’ê re diyar kir ku di êrîşê de 9 polîs mirine û 66 polîs jî birîndar bîne.

Ev bajar di 2018’an de ji bo demeke kurt ketibû bin bandora Talîbanê.

Talîbanê li ser twîtterê diyar kir ku di êrîşê de 12 leşker mirine.

Talîbanê roja Înê li eyaleta Zabûlê jî êrîşek kiribûn û di vê êrîşê de 4 polîs miribûn û 2 polîs jî birîndar bûbûn.