Li Efganistanê Talîbanan êrîş kir, 22 polîs hatin kuştin
Hate ragihandin ku di êrîşa Talîban a li dijî polîsên Efganistanê de 22 polîs hatin kuştin.
Hate ragihandin ku di êrîşa Talîban a li dijî polîsên Efganistanê de 22 polîs hatin kuştin.
Li Efganistanê Talîbanan êrîşî nuqteyekî polîsan a li herêma Mîzanê kirin.
Di êrîşê de şefê polîsan ê herêma Mîzanê jî di nav de 22 polîs hatin kuştin.
Diyar bû ku li dijî nuqteyên leşkerî yên li herêma Mîzanê êrîş pêk hatiye lê derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehate bidestxistin.
Çapemeniya Efganistan ragihand ku 11 leşker ji aliyê Talîbanan ve hatine revandin.