Li DYE'yê şert û mercên nebaş ên hewayê: Herî kêm 11 kes mirin

Li başûrê DYE'yê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ba û bahozê bandor li gelek herêmên başûrê DYE'yê kir. Tê payin ku vê Yekşemê ber bi rojhilat û bakur ve biçin.

Li gorî rayedarên xwecihî herî kêm 11 kesan ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku yek ji wan polîs e û yek jî arkujek e. Ji ber bahozê gelek xanî hilweşiyan û bi hezaran xanî jî bê elektrîk man.

Li Lûîzîanayê, jin û mêrek li karavanê diman ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî qenala televîzyonê ya xwecihî WHNT News 19 li Alabamayê sê kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çapemeniya Emerîkayê ji sibeha Yekşemê ve 20 hezar xanî bê elektrîk man. Herî zêde jî bandor li bakurê Karolîna û Alabama bû.