Li DYA’yê lêpirsîna li ser Siûdî Erebistanê ew ê bidome
Dozgerekî li New Yorkê red kir ku sûcdarkirina Siûdî Erebistanê ya ji ber êrîşa di 11’ê Îlona 2011’an betal bibe.
Dozgerekî li New Yorkê red kir ku sûcdarkirina Siûdî Erebistanê ya ji ber êrîşa di 11’ê Îlona 2011’an betal bibe.
Dozgerê bajarokê Manhattanê George Danîels, diyar kir ku kesên gilî kirine ne faktor in ku karibin îtîrazî rayeya dadgehê bikin.
Dozger diyar kir ku ‘bingeheke bi mantiqî’ ava nebûye ku, ji argumanên gilîkar re palpiştiyê bike. Di vê rewşê de ew ê lêpirsîna li ser Siûdî Erebistanê bidome.
Xizmên kesên ku di êrîşan de mirine diyar dikin ku Siûdî Erebistanê piştgiriya materyalî daye El Kaîde û Bîn Ladîn û ew fînanse kiriye. Di êrîşa sala 2001’an de nêzî 3 hezar kes miribûn.
Siûdî Erebistan a ku li DYA’yê ji zû ve di dozan de dibe mijar, demeke dirêj sûd ji nebirîna ceza stend. Lê Kongreya Amerîkayê di dawiya Îlona 2016’an de bi zagona bi navê Jastayê rê li ber vî tiştî vekir ku xizmên kesên ku ji ber êrîşên ‘terorîzmê’ mirine dikarin dozan li hikumetên biyanî vekin.